Aborî/Fînanse
Ezê baca xwe çawa û li ku bidim? Ezê sîgorteyeke tenduristiyê ya erzan an kurseke almanî ya erzan çawa bibînim? Hûnê li ser vê pelê agahiyên van mijaran bibînin.
Ezê bacê çawa û li ku bidim?
- Kantona Bernê bi pir zimanan sazûmana bacdayînê li ser Hallo-Bern.ch rave dike.
- Hûnê li ser ch.ch agahiyên ji bo mijarên ravekirina bacdayînê, cureyên bacê, temînkirina pereyê malnişîniyê û deynan bibînin. (DE)
- Hûnê agahiyên zêdetir li ser malpera bajarê Bernê bibînin. (DE)
Ezê sîgorteyeke tenduristiyê ya erzan çawa bibînim?
- Hûn dikarin li ser malpera federasyonê-Priminfo heqê sîgortayên tenduristiyê yên cihêreng bidin ber hev.
Ezê çawa erzaniyê ji bo heqê sîgortayên tenduristiyê bi dest bixim? (Prämienverbilligung)?
- Kesên xwediyê pereyekî kêm, dikarin Sîgorteya tenduristiyê erzantir bi dest bixin. Mirov ji vê re dibêje «Erzankirina heqê were dayîn/ Prämienverbilligung» Hûnê agahiyên ji bo vê li ser malpera kantona Bernê bibînin. (DE, FR)
Ezê ji bo kurseke almanî pere ji ku peyde bikim?
- Bajarê Bernê salê carekê kûponeke, hûn karibin bi wê kûponê heqê kursên almanî bidin, dide. Hûnê agahiyên zêdetir li ser malpera DeutschBon bibînin. (DE)
- Lîsteyeke dêra katolîk a herêma Bernê ya kursên almanî yên belaş an erzantir ên li herêma Bernê heye.