Koçberî/Penaberî
We koçî Swîsreyê kir? Pêdiviya we bi agahiyan heye? Hûn dixwazin li Swîsreyê kar bikin? Hûn dixwazin malbata xwe bînin Swîsreyê? Hûnê li ser vê pelê agahiyên van mijaran bibînin.
Ez çawa dikarim xwe li ser pêvajoya penaberiyê agahdar bikim?
- Schweizerische Flüchtlingshilfe (SFH) li ser pêvajoya penaberiyê agahiyan dide. (DE, EN, FR)
Ez dikarim li Swîsreyê kar bikim?
- Sekreteriya Dewletê ya Koçberiyê SEM bersiva pirsên pir tên pirsîn ên mijara kar û destûra karkirinê dide. (DE, EN, FR, IT)
- Kantona Bernê agahiyên vê mijarê li ser Hallo-Bern.ch dide.
- Hûnê agahiyên li ser pêvajoya penaberiyê, destûra mayîna li vir, kursên ziman û agahiyên din li ser malpera kantona Bernê bibînin. (DE, FR)
Kîjan daîreya fermî ji bo min berpirsyar e?
- Hûnê li ser Malpera kantona Bernê hemû cihên têkiliyê yên girîng ên mijara hatin û mayîna li vir, kar û penaberiyê bibînin. (DE, FR)
- Ji bo şêwirmendî û alîkariya penaberên ji bajarê Bernê Asylsozialdienst a bajarê Bernê berpirsyar e. (DE)
Kî dikare di pêvajoya penaberiyê de şêwirmendî û wekîliya min bike.
- Cihên şêwirmendiya hiqûqî yên ji bo kesên di rewşa lezgînî de ji bo penaber û mirovên bi kêm-pere alîkariya hiqûqî ya belaş didin. (DE, FR)
- Hûnê li ser malpera Schweizerischen Flüchtlingshilfe lîsteyeke cihên şêwirmendiya hiqûqî ya li giştiya Swîsreyê bibînin. (DE, FR)
Ezê agahiyên bikêrhatî yên jiyana li Swîsreyê li ku peyde bikim?
Bernameya Sui SRK agahiyên li ser jiyana li Swîsreyê pêşkêş dike. Ew li ser riyên çareserki-rina bîntengî û xemxwariyê jî aqil dide. Hûn dikarin di vê bernameyê de bi zimanê xwe bi kesekê/kesekî re binivîsin. Ev kes bi xwe jî penaber bûye. Ew ji we fêm dike û dikare alîkariya we bike.
Bername niha bi almanî û bi erebî heye. Bi zimanên din jî wê were çêkirin.